Ji derdê evîna yarê,
Perîşan im, min sed eman,
Ji beyanîta êvarê,
Şaş û gêj û wek sersema.
Heta ku ez te nebînim,
Maçek ji lêvan nestînim,
Pê sedsalan neqedînim,
Qet namirim û wesselam.
Evîndarê çavên belek,
Pora tarî, biskên xelek,
Bro Omerî wisa gelek,
Dil şa dike bi xeyalan.
Ka em herin omerîya,
Li nav bax û hûrdeviya,
Rizgar bin ji derd û kûlan,
Ew çax mirin li ser çavan.