current location : Lyricf.com
/
Songs
/
Seyidxan Sevînç - Çi Hacet
Seyidxan Sevînç - Çi Hacet
turnover time:2024-10-05 19:03:18
Seyidxan Sevînç - Çi Hacet

Ger lu'luê mensurî ji nezmê tu dixwazî

Wer şi'rê Melê bîn te bi Şîraz-i çi hacet

Mehbûb-i bi dil bit me bi evraz-i çi hacet

'Enqa bi xwe bêtin firr û perwaz-i çi hacet

Go suxte murada xwe ji min telbe ke îro

Min go ji kerîm telbe û daxwaz-i çi hacet

Suhbet bi mey û çengê hebîbê me bivêtin

Firyad û fîxan min ne bes saz-i çi hacet

Esrarê ezel dê di ebed bêne zuhûrê

Encamê serencamê ji axaz-i çi hacet

Comments
Welcome to Lyricf comments! Please keep conversations courteous and on-topic. To fosterproductive and respectful conversations, you may see comments from our Community Managers.
Sign up to post
Sort by