current location : Lyricf.com
/
Songs
/
Ey Av û Av lyrics
Ey Av û Av lyrics
turnover time:2024-07-03 12:27:05
Ey Av û Av lyrics

Ey av û av, ey av û av

Ma tu bi `işq û muhbetê

Mewc û pêlan tavêy belav

Bê sekne û bê ra`hetê

Bê ra`het û bê sekne yî 

Yan `aşiqê baxwe xwe yî

Yan şubhetê qelbê me yî

Ji işqa kê natebitê

Ji işqa kê her têy û têy

Heta kengî her bêy û bêy

Bo min bi bêje `heyranê kê y

Da ez bizanim qisetê

Da ez bizanim vê surrê

Ji hindekê heta purrê

Ji me`neya vê gurrgurrê

Ji kê ra dikî vê ta`etê

Ta`et dikî bê pa û dev

Çendî dikî çûna li hev

Dengê te tê bi roj û şev

Zikrê dikî bi `haletê

Ji kê ra dikî zikrî bi `hal

Qet guşguşa nakî betal

Şubhetê min re`htê `emal

Şevan û rojan xew netê

Şevan û rojan bê xew î 

Ji mi`hbetê kê ditewî

Şevtariyan qet na`hewî

Tu j`emrê kê vi kez ketê

Ji emrê kê her têy bi bez

Sewdaser î şubhetê ez

J`kêrra dikî çûna bi lez

Vê serqutan û `xulmetê

`Xulmet dikî bê pê û dest

J`kêrra dikî çend koh û pest

Baxoy negot gavek vewest

Hindî diçî dengê te tê

Dengê te tê bê Pê û hev

Ta`et dikî bê qelb û dev

Peyda dibi j`te Mewc û Kev

Şîn bûy ji rengê qudretê

Geh geh sipî şubhetê şîr

Qet mislê te na çin tu tîr

Renge ku te yar tête bîr

Meyla `Hebîb j` çûna te tê

Lazim te me`hbûbek heye

Yan dost û me`tlûbek heye

Yan meyl û mensûbek heye

Lew bê libas û kiswetê

Lew bê libas û tazî yî

Bi reqs û seyr û gazî yî

J`kêrra dikî `işqbaziyî

Remz û sirran te vêketê

Remz û sirran vêkrra dikî

`Hemyan vi baxorra dikî

Wek `aşiqan sêran dikî

Gerha di mîhra `xurbetê

Gerha di mîhra pîredinê

Qet nanivî, nasekinê

Reng şubhetê qelbê minê

Ji mi`hnetan û ze`hmetê

Ze`hmetber î, mi`hnetkêş î

Tu nazik î, teb`etxweş î

Bê ri`h li erdê ra d`meşî

Bê dest û pê tu j`kû ve tê

Bê dest û pê, bê çeng û pêrr

Bê pêl û mewc û fetl û gerr

Peyda dibin j`te kerr û ferr

Nakî beyan vê `iletê

Vê îletê beyan bike

Tu vê sirrê penhan bike

Carek li min `eyan bike

Da seh bikin hîkayetê

Da se`h bikîn vê mes`elê

Cuz`ek ji be`hsa ewelê

Binyad-i bûna menzelê

Dewran û çerxa xîvetê

Xîveta `alem di navê

Ji berketa feyz û gulavê

Min temenna kir ji Avê

Ji me`niya heqîqetê

`Heqîqeta van Cewheran

Me`rîfeta `Enasiran

Penhan neke j` yar û biran

Bê fêm bibêje `hikmetê

Bê fêm û qîl û qal bibêj

Hêdî bi lefzê `hal bibêj

Ber Mîm û Hê û Dal bibêj

Şerh û beyana kaxetê

Da kaxetê isbat bikîn

Qeydêd hûr î`tibar bikîn

Carek li min îzhar bikîn

Wazî`h ku fehmê min re tê

Dîdar û dîna Sertemî

Avê bi rebbê `alemî

Tu `Hadîs î yan Qîdem î

Yan tu nizanî hikmetê

Ber çi ne meşrû`h ew sixin

Rojek ji bunyada mezin

Bîna qede`h jê d`hate min

Ew bîn ji bunyada te tê

Ew reng dibêt ava zelal

Buhrîn li min çend mah û sal

Qet kes nekir li min su`al

Heta giham vê sa`etê

Heta gihame vê demê

Ma yek nebû d`vê `alemê!

`Ebdek ji puşta Ademê

Bifkir di e`hwalê Şetê

Kehnî dizên Cû jê diçin

Hindî Xudê dan Ins û Cin

Qet kes nekir ev pirs ji min

Ne j`Enbîyayê Ommetê

Miksî dibê avê we bû

Pêxemberan aqil hebû

Qet hewceyê pirsan nebû

Wan dest gihabû su`hbetê

[Avê digo: Feqî rabe

Bê tedbîr û `emel nabe

Ji halê te dê çawa be

Ji kê ra dikî vê sohbetê]

Ew su`hbeta cara ewil

Pêxemberan d`zanî şu`xil

`Eyb e ji bo ehlê aqil

Teftîş bikin me`rîfetê

Me`rîfetê teftêş bikin

Pirsan li bûna pêş bikin

Wan qissetan vetêş bikin

Li `Arifan kerahetê

Qenc vê qissê izhar bike

Li `Arifan ikram bike

Xelqê Xudê `eqil bike

Da se`h bikîn kirametê

Xelkê Xwedê `aqil kirî

Hemî `arif û kamil kirî

Nûrek di dil da hilkirî

Eslê qisan rê dibetê

Ê mislê min bê `ilm û xet

Mecnûnekê `heywansîfet

Bê teftêş pirsyaran diket

Bê rehnima kî babetê

Pirsa Feqê bê cih nebû

Lewrra di furqanê hebû

`Erşê Xudê li ser te bû

Avê gelo bîra te tê

Avê cewab da bê suxen

Ezman nebû, b` `hal gote min

Remzên di padşahê mezin

Sub`han ji vê seltenetê

Sub`han ji Me`bûdê li ser

Kî dê j` `Ellah ra kit xeber

Em çar Bikir anîne der

Kiç bûn di kenza qudretê

Kiç bûn di kenza qîdemê

Baxoy ji `işqa Ademê

Anîne karê `alemê

Zahir kirîn l`vê sûretê

Zahir kirîn çar Bakire

Ba û Av û Ax û Agir e

`Heywan hemû jê çêkir e

Dar û Nebata kiswetê

Dar û Nebat û Le`l û Zer

`Heywan û esnafên di ser

Teyr û tiyûr û De`bewer

Teftêş kirin ji nutfetê

Çi tişt pîçe naferricin

Însan ji Tînê d`xaricin

Lew Cin ji narî d`maricin

Dûr e li Melek teb`etê

Çar teb`etîn vêk ra Zidîn

Hem Ateşîn hem Baridîn

D` be`hra Heyûla d`waridîn

Melbûs bi vê wechîyetê

Bi çar wechan em Yabîs în

Muqîm yek e em `Hadis în

Lewra Ritûb û Yabis în

Hem jî dixwazîn ref`etê

Hem suflewî bazî dikîn

Hem meylî evrazî dikîn

Hem Keynûn hen gazî dikîn

Carek bibînîn ru`yetê

Carek bibêj em çar Xweh în

Bê mesle`het nakerrihîn

Ji meşyetê nabetihîn

Cuda kirîn j` wesfîyetê

J` wesfîyetê cuda kirîn

Ji su`hbetê em rakirîn

`Heta qîyam sewda kirîn

Sergeşte în di `hîretê

Di `hîretê sergeşet în

Qaim li ser zatê xwe în

çarde tebeq karê we în

Rabû ji maza `xefletê

[Feqî got: Ew`alim in ez feqe me

Serserîyek ................

Ez hewcwyê pirsa te me

Li min bike tu şefqetê]

[Ava mezin firfir meke

Zikrê bike fexrê meke

Ehlê Xwedê aciz meke

Bes e bide min ezyetê]

[Ava mezin li hev şêwirî

Pêla pê ji Feqe inirî

Dav dav li Feqe .....

Ku bavê dîyarê zulmetê]

[Gava Feqe xwe têk dida

Pêla pêş xwe li stû dida

Feqe girt û l`erdê dida

Go: Her bimre l`xisaretê]

Comments
Welcome to Lyricf comments! Please keep conversations courteous and on-topic. To fosterproductive and respectful conversations, you may see comments from our Community Managers.
Sign up to post
Sort by
Show More Comments
Feqiyê Teyran
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:Poetry
  • Wiki:https://en.wikipedia.org/wiki/Faqi_Tayran
Feqiyê Teyran
Latest update
Copyright 2023-2024 - www.lyricf.com All Rights Reserved