current location : Lyricf.com
/
Songs
/
Ellah Çi Zatek Ehsen e lyrics
Ellah Çi Zatek Ehsen e lyrics
turnover time:2024-07-03 11:21:28
Ellah Çi Zatek Ehsen e lyrics

Ellah çi zatek ehsen e

Zêde letîf û qadirî

Mexluq hemî neqşê te ne

Vêk ra li hemyan fekirî

Hemd û sena layiq te ne

Yê ‘erşê ‘ezîm çêkirî

‘Erşê ‘ezîm ê ekber e

Zînet û raza merkezî

Ew kursîyan heq li ser e

Bê şems û gerdun dibezî

Heq Wahid e Witr e fer e

Bê newm e baxvan ê rez î

Bax ê ku baxvan bête ber

‘Erdek heye ew lê nebî

Dara ku ‘enqa bête ser

Belgek heye sîh lê nebî

Kîj nî’metê dê dît xeber

Ya Reb derê feyzê vebî

Ser çeşmeya feyzê çî ye?

Hate lîsan ê ‘arifan

Ew nurekî Rehmanî ye

Darête qelb ê xaîfan

Jê şem’eyek da Muksî ye

Lew bu nedîm ê taîfan

Bume nedîm bume herîm

Min ‘eşqeka dijwar heye

Kêfê dikim serfa ‘ezîm

Min hêj meya pêrar heye

Minet ji Rehman ê Rehîm

Min mîrekî Settar heye

Ew mîr Kerîm e Satir e

Xweş Hakim e di barê xwe da

Xelqno! Ne dur e hazir e

Ew Wahid e û bê îbtîda

Her çî bikit ew Qadir e

Ew xaliq ê bê bab û da

Wahid yek e ne ji kes e

Ferxende ye nej erxekî

Ew yek ji ‘amê re bes e

Muhtac nehin bal ferxekî

Ustad ê aş ê ethles e

Neh çerx di nava çerxekî

Bê te çime? Ez ne ez im

Ruh û rewana min tu yî

Ez hişkedar im ne rez im

Xeml û ruhana min tu yî

Bêy te neşêm gavek bez im

çun û sekana min tu yî

Bê te mirar im meyyît im

Qelbê ji ser mirate ye

Ez kuştîyê natebîb im

Behra quluban te heye

Xelqno! Bi Qur’ana ‘ezîm

Her çi dibêjim her we ye.

Ma ez dibêm vê gotinê

Bê te zeban bê gotin e

Ew qal û qîl e di dinê

Zahir û bahtin sakin e

Bun mîqata mirin ê

Ew-j bal te ne ne-j bal min e

Mi hewl nehin quwet nehin

Mi sewt û ezman bi te ye

Mi zehr û ezman qet nehin

Dest ji te ye çeng ji te ye

Mi fikr û hem himet nehin

Ruh bi te ye rah bi te ye

Hub rêtî canê beşer e

Sewda ji mejyê wî firî

Goyinî nêv dar û ber e

Bêsuc e qet nakit girî

‘işq û enîna qemer e

Netq û lîsanê jê birî

Deng ji defa canê me tê

Kirdin nefir û nayekî

Sanî’ bi herfê pif ket ê

Her zehrekî-b awazekî

Subhan ji şah ê Qudret ê

Her canekî û ebdanekî

Hemd û sena heqq e li me

Bê hedd û bê qiyas bikin

Zikr û ‘îbadet lazim e

Cuhda therîqa rast bikin

Roja qiyamet qaim e

Ta’etek pir esas bikin

Ta’et bike rêdur î tu

Her çî di mektuba me de

B’kaxez û kîs û morî tu

Ya min bi da fî min bi da

Canê di kûba sorî tu

Rohnîya sem’ û beser da

Canê di navê nefsî ye

Vêkra hemî bu beşerî

Maka wicudan fanî ye

Ew dê bizanî vî derî

Eslê ruha me baqî ye

Lew jê nedakin xawerî

Dê bçîne nîva axekê

Perda turab ê tharî ye

Feqî dê rakit rahekê

Bi mehdera wî Barî ye

Bo çak û parisa-b carekê

Li cennet bikin serdarîyê

Avek mehîn im kemter im

Min cerg û dil bune birîn

Sewda û dîn û ebter im

Pabendê vê nefsa le’în

Muksî yê jar û bedtir im

Ferhemnî xeyre Rahîmîn

Comments
Welcome to Lyricf comments! Please keep conversations courteous and on-topic. To fosterproductive and respectful conversations, you may see comments from our Community Managers.
Sign up to post
Sort by
Show More Comments
Feqiyê Teyran
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:Poetry
  • Wiki:https://en.wikipedia.org/wiki/Faqi_Tayran
Feqiyê Teyran
Latest update
Copyright 2023-2024 - www.lyricf.com All Rights Reserved