Guh bid’ne pîrê deftera
Da ez bixwînim vê xetê
Mazin bibi Baxo me ra
Li cindiyê di xizmetê
Xizmeta sultan û mîran
Sin’eta dana û zîran
Hûm mekin bê şêx û pîran
Guh bidin vê şîretê.
Ev Pende xass e şîret e
şertê xulaman xizmet e
Baxo nebînin zehmet e
Heqê însaf û mirwetê.
Mirwet ji mîr û hakiman
Xizmet li qûl û xadiman
Bê şêx û pîr û ‘aliman.
Zayi’ mekin hûn ta’etê.
Herçî kesê aqîl hebî
Xizmet mekin bê mertebî
Da ta’eta Bersîs nebî
Hatin e ser hîkayetê
Hatim qisa Bersîs bibêm
şeytaniya îblîs bibêm
Li ‘abidê hebîs bibêm
îzhar bikim vê şuhretê
îzhar bikim behsê-di ‘am
Bersîs ricalek bû di şam
Ta’et dikir daîm mudam
Zer bû ji xewf û heybetê
Zer bû ji we’zê serweran
Dûr bû ji behs û xeberan
Keftbû mexar û kûnberan
çû bû meqamê Wehdetê
çû bû meqamê ewliya
J’tirsa Xwûda keft’ bû çiya
D’çêrî dinêv pezkoviya
Nêzîkî halê hîkmetê
Keşf bû li wî cezbek ji hal
Ew ‘abidê mesken cibal
Ji tirsa Xwedê qed bûbû “dal”
Di lerzî j’taya xeşyetê.
Ji xeşyetê bû Ewliya
Ew ‘abidê mesken çiya
Xwarin çi bû? Av û giya
Dûr bû ji zadê şubhetê.
Dûr bû ji wî zad û te’am
Xizmet dikir daim mudam
Navê wî çûbû şerq û şam
Kamil ji qedr û qîmetê
Ew sal bi sal kamil di bû
Ta’et dikir fazil di bû
Meqbûlê ehlê dil di bû
Rohn kir çiraya rûmetê.
Rûmet çiraya hil kirî
şêx ku sirrê wasil kirî
Tirsa Xwedê dil kul kirî
Qet şev û rojan xew ne tê.
Qet xew nebû j’tirsa Xuda
Ma kes ve bîr tê bab û da
Kî mêr e? Mêrê can fîda
Ê xwarî sebra xiretê.
Lê sebra tal e xiret e
Tiryak biladan mîhnet e
Axir dewa û şerbet e
Yê xwar dizanit lezetê
Bersîs qewî xiret hebû
Hem qedr û hem qîmet hebû
Nav ‘amiyan hurmet hebû
Ji xwendin û tilawetê.
Wî şev û ro Qu’an dixwend
Zikr û ‘ibadet kir’ bû çend
Meczûb û din û dar û bend
Ew çê di bûn ji berketê.