current location : Lyricf.com
/
Songs
/
Be Çar Kerîman lyrics
Be Çar Kerîman lyrics
turnover time:2024-07-03 12:00:09
Be Çar Kerîman lyrics

Be çar kerîman dên muhkem in bê wech û suret adem in

Di kenza qidem da qidemên ev mesele rast le we tê

Rast e qewî ev mesele eslê qisan dizanî mela

Hîna ku bû “qal û bela” ma hûn nebûn di hezretê

Di hezretê ma hûn nebûn di xizmeta baxûy xo bûn

Le hatinê d’azaste bûn ………. ve roja axretê

Heta heyin em mail in hişyar bibin ey xafilîn

Em dê ji heyatê dest hilin ji we’deya emanetê

Barê emanet wî li we nakim siyaset wê li we

Ferz û kifayet wê li we heşr û beyana kaxetê

Barê emanet nas biken er xar dibit hûn rast biken

Xo rûsipî yû xilas biken peşîmanêt qiyametê

Ew “Mîm” û”Hê” qelb û mitalan her bi wan fikr û xiyalan

Rast dikin pend û mîsalan şairê nesîhetê

Comments
Welcome to Lyricf comments! Please keep conversations courteous and on-topic. To fosterproductive and respectful conversations, you may see comments from our Community Managers.
Sign up to post
Sort by
Show More Comments
Feqiyê Teyran
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:Poetry
  • Wiki:https://en.wikipedia.org/wiki/Faqi_Tayran
Feqiyê Teyran
Latest update
Copyright 2023-2024 - www.lyricf.com All Rights Reserved