welat li bin piyê neyar
miçiqîn co, kanî, cobar..
kavil kirin gund û cîwar
sotin giya, devî û dar...
zivistan bû, rojek pir xweş
ez û kenzan bi dilê geş
derketin nêçîre bimeş
min dît du teyr ên di çavreş...
yek jê baz bû, ne cî û mal
tîtî bi me re bû heval...
ne marmarok û ne kevjal;
welatek bê dar û ajal...
derketin ji nisêbînê
min dît bazek li kemînê
geh radibe, geh datînê...
berê xwe da cibiltînê...
em çûn qeraçê zorava
li hevraz û li ber ava
ne mirov, ne gundek ava...
ku li wan bikin silava.
omerî
lo tîtiyo! li vî warî
çima wisa tu dizarî?
ma kanî ew qewmê arî
bi ku ve çû; kîjan warî?
tîtî
law û nevî yên di medan
welat terk kir, zevi berdan ..
ez û xiltekî kor lê man
bûne hêvî; bûn notirvan...
omerî
kanî şalûl, kanî bilbil?.
keyf û evîn dixistin dil...
kanî reyhan; kanî simbil?..
kanîn qitik ên çavbikil?..
tîtî
mame ez û xiltê nebez
geh li hevraz, geh li nav rez. ..
em kar dikin bilez û bez
li zorava û li kepez...
welatekî bêmecal e
warê egît; warê zal e...
xwedî îro ne li mal e;
xilt cot dike; ez jî pale...
kenzan
ji tîtî re got, “ezbenî!
ezman zelal, ro dikenî...
vaye baz, ma nêçîr kanî?..
ew çemên coş, mêrg û kanî...”
tîtî
li vî warî û li çiya
ne dar şîn hat û ne giya...
bêkes maye warên medya
xilt cotyar e; ez jî keya...
kenzan
bi dengekî kelogirî:
hey wax keko! bro omerî
xeynî tîtî, xiltê gurî
kes nemaye li vî warî...
kan î cotyar, kanî gundî?..
vaye mezel, kanî zindî?..
vane zevî, kanî xwedî?..
xeynî tîtî yê bêfedî...
tîtî
kenzan! ka em werin ba hev
biryar bidin bi dil û dev
em kar bikin bi roj û şev...
bikin warek aram, lihev...
bi tevahî, bi kêferat
bi dil û can bikin xebat...
ava bikin gund û binyat
jiyanek nû bidin welat...