li nisêbîna hemdem û rengîn
payiza paşî dar û gul xemgîn.
danê esirê pirî tengijîm
bo hilmek azad, pê dilxweş bijîm
derketim nava baxçên girnewas
ji kul û derdan bibime xelas...
warekî pir xweş tev baxçe û dar
ne kaşekî hov, newal û zinar...
ji sal heta sal bihar û her dem
her alî hêşîn wek baxên îrem.
bi meşek hêdî, gavên pir giran
ketim nav pêlên derya gûmanan...
şalûl û bilbil, kewên xebxebşîn
ser serê min re azad difirîn.
ez wilo şad û ji xwe bi bawer
wextekê bijîm bêderd û keser.
kêf û şadiya me kurdên bindest
dadigere şîn, xemê demildest...
gurên devbixwîn, har û bêperwa
nêçîr dikirin li erd û hewa
berê xwe dane riya midyadê
xezalek rabû ji nava qadê...
yeke pir xweşik, bi nav û nîşan
hêviya kurd û kara niştîman...
destvala, bêçek li vê dinyayê
şêrê elî be tu deng jê nayê.
dane ser piştê bi “ewtîn, zûrîn”
ji dev û qîlan dinisilî xwîn...
bêmefer kete destê nemerdan
ji wê rojê ve bûm pîrê derdan.
bizav çênebû ji mêr û merdan
li taxan dengê dahol û dîlan...
gelo ev kurdên tevizî û xav
ta kengî bijîn bêtac û nasnav?