current location : Lyricf.com
/
Songs
/
Adarê lyrics
Adarê lyrics
turnover time:2024-10-04 21:19:16
Adarê lyrics

Çûme serê çîyayê Gabar

Kulîlk vebûn nexşa bihar

Êdî bes e zilma neyar

Gelek xweş bû şahiya Adar

Adarê, xweş Adarê, kulîlka ber biharê

Me ne zordestî, kevneperestî

Me ne zilm û koledarî

Adarê, xweş Adarê, kulîlka ber biharê

Şervane l’ser zinar û lat

Dibezin ber bi roja felat

Gelê me rabe roja nû hat

Ew şehidên rewşa welat

Me ne zordestî, kevneperestî

Me ne zilm û koledarî

Adarê, xweş Adarê, kulîlka ber biharê

Li zindanan bi berxwedanî

Çendî şehîd serî danî

Standin dîroka tolanî

Li ser çîyan ronî danî

Adarê, xweş adarê, kulîlka ber biharê

Comments
Welcome to Lyricf comments! Please keep conversations courteous and on-topic. To fosterproductive and respectful conversations, you may see comments from our Community Managers.
Sign up to post
Sort by